KURDBÛYA BÊ ZIMAN JÎ WEKÎ ÎSKELETA BÊ GO,ST E

by Nedret Bilici

Çendekî berê, ez li mêvandarîya çend nas û dosten xwe yên kevnbûm. Ev camêrd û hurmê di nav xwe de bi Kurdî nedipeyivîn. Nepeyvîna wan li alîyekî, bi ser de, bi axaftina min a Kurdî jî tinazên xwe dikirin. Wexta kî tistekî ji hev bixwestana digotin "ji qewlê nedertê ve" filan tistî bide min.

Kurdî ji wan re ewqas xerîb bibû ku, wexta min hejmarên telefonê bi Kurdî digot, dikenîyan, reqemên Kurdî gelek kenok didîtin.

Ez ji we dipirsim: Gelo kêmanîya hejmarên Kurdî ji yên Tirki çi ye? Werin em bi hevdû re bêjin: Bîst û çar, pêncî û pênc, sêst û neh... Kanê di van gotinan de ti,stê pêkenok çî ye? Gelo eger ji vê re "kompleksa neteweyî" neyê gotin, wê ji çi re bê gotin? Ti,stê xerab, ev Kurd ji berê ve insanên "devrimci" ne. Gelo ,sore,sgeri û kompleks çawa dikarin li kêleka hev bijîn?

Bese, ez ji wan dipirsim, Kurdîtî çi ye wê çaxê? Eger ziman jî here, çi dimîne? Hun ji min bipirsin, çend sloganên vala dimînîn. Ew ji bi Tirkî helbet...

Ez disa dipirsim, eger meriv li mala xwe bi Kurdî nepeyive, çawa dikare ji dewletê mekteb û televizyona Kurdî bixwaze. Ewê dewlet nebêje : "Ew çi dûrûyî ye?"

Berî nuha bi neh-deh salan li bajarê me, Farqîne, her kesî bi zimanê xwe dipeyîvî. Ne tenê li Farqînê, li Cizîrê, Nusêbînê, Silopîyê û gelek ciyên din... Zimanê Tirkî tenê li daîrên resmî û bi Tirkan re dihat axaftin.

Di zarûtîya min da, eger yekî li sûkê bi dikandarîyekî re bi Tirkî biaxafta wê dikandarê jê re weha bigota: "Lawo, ma tu ne kurê filankesê yî, ez bav û kalê te dinasim, tu bi çi rûyî bi Tirkî diaxifî?"

Yanê axaftina bi Tirkî ,sermekâ mezin bû. Wek ku meriv inkara bav û kalen xwe, rehên xwe û huviyeta xwe bike.

Heft xwelî li serê "bajarî" yên me yen nû be. Êdî di nav malên xwe de û bi zarukên xwe re jî bi Tirkî diaxifin.

Ziman, kâkilê huviyeta neteweyî ye. Kurdê bê ziman, ji alîyê huviyeta xwe ve, wek qalikê vala ye, wek gûzeka pûç e.

KURDBÛYA BÊ ZIMAN Jî WEKÎ ÎSKELETA BÊ GO,ST Ê, dibe xwelî. Li ber bayê belav dibe. Wenda dibe.

.

Nedret BiLiCi, ROJNAME

[ Prepared by Rozan Nas]